Ebû Museb û 8 çekdarên din hatin kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê li eniya Naweranê binkeyeke DAIŞê li gundê Baybox bombebaran kir, di encamê de Emîrekî DAIŞê (Ebû Museb) û 8 çekdarên din hatin kuştin.
Berpirsê eniya Naweranê Serbest Tirwanşî ji K24ê re ragihand, DAIŞê jiyaneke mezin dîtiye û tevahiya çekdarên wê ji aliyê firokeyên şer yê Hevpeyamniya Navdewletî ve hatine armanckirin.
Îro bi serpereştiya Fermandarê Giştî yê Hêza Pêş,ergeyên Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê, qonaxa yekem ya operesyona rizgarkirina Mûsilê dest pê kir, bi armanca rizgarkirina hejmarek gundên Kurdistanî ji destê DAIŞê.