Mesrûr Barzanî: Serkeftina îro me ji derdora Mûsilê nêzîk dike

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, bi serkeftina îro ji derdora Mûsilê nêzîk dibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, bi serkeftina îro ji derdora Mûsilê nêzîk dibin.

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe ya tûra pêwendiyên civakî “Twitter” nivîsand: “Pîrozbahiya serkeftina îro ya li rojhilatê û başûrê Mûsilê li Pêşmergeyên me û hêzên ewlekariya Iraqê dikim. Serkeftina îro me ji derdora Mûsilê nêzîk dike.”

Îro bi serpereştiya rasterast ya Fermandarê Giştî yê Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî qonaxa yekem ya operesyona rizgarkirina Mûsilê dest pê kir.

Armanca operesyonê, rizgarkirina hejmarek gundên Kurdistanî ji destê DAIŞê bû. Îro danê êvarê jî biserkeftin bidawî hat û tevahiya ew navçeyên di planê de hatin rizgarkirin.