K24 dibe çavkaniya medyaya cîhanî
K24 – Navenda Nûçeyan
K24 di romalkirina operesyona rizgarkirina Mûsilê de pêşengiya medyay Kurdî, Iraqî, Erebî û cîhanî bû. Herwiha piraniya ajans û dezgehên nûçeyên cihanê jî, K24 kiribûn çavkaniya sereke ji nûçeyên xwe re.
Her du ajansên nûçeyan yên bi navûdeng “Rueters” û “AP” û tûra “CNN” ya Amerîkî sûde ji vîdyoyên K24ê wergirtin. Herwiha televisyonên Arabiya Hedes, SKY News ya Îmaratî û websita Russia Today û Raptly ku taybet e bi belavkirina girtiyên vîdyo, K24 kiribûn çavkaniya xwe.
Dezgeha K24ê, kêmtir ji salekê ve li Herêma Kurdistanê pexşa xwe dest pê kiriye, lê di vê dema kurt de çendîn car e bûye çavkaniya sereke ji ajans û medyayên bi navûdeng yên cîhanê re.
Wek berê jî di nasandina dezgehê de, ku li ser websita K24ê hatiye belavkirin, me soza daye, belavkirina zanyariyan bi pabendî bi binema û erkên pêşeyî û rojnamevanî dikin.
Pexşa K24ê di 30 Mijdara 2015an dest pê kir û ji salakê ve nêzîk dibin, ev dezgeh di riya tûreke medyayî ya fereh û bi hûrgilî babetyane, nûçe, zanyariyan vediguhêze, her ew jî kiriye ku ajans û dezgehên medyayê yên cîhanî, em kirine çavkaniya xwe.
Pexşa Zindî ya K24ê li Youtube