"Çima Tirkiye di operasyona Mûsilê de nîne?"

Operasyona rizgarkirina Mûsilê ya ku du sal berê ketibû destê çeteyên DAIŞê li Parlementoya Tirkiyê deng veda. Bersiva pirsa; "Çima Tirkiye di operasyona Mûsilê de nîne?" hate nîqaşkirin. Muxalefetê daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ya derbarê; "Em ê di operasyona Mûsilê de cih bigirin" nirxand û rave kirin ku, polîtîkaya derve wek amûreke polîtîkaya navxweyî tê bikaranîn.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Parlementerê CHPê Gursel Tekîn diyar kir ku, Tirkiye bi taybetî di warê politikaya derve de tê xapandin, kêşeyên siyasî bi ragihandina gotaran nayê çareserkirin, welatên derve jî li gotinên Tirkiyê guhdar nakin. Herwiha bi boçûna Tekîn wê ev operasyon bi serbikeve û hêwîdar e ku Rojhilata Navîn di demek nêzîk de ji destê çeteyên hov bê paqijkirin. Tekîn got jî: "Yekem car e  ku Tirkiye ji aliyê welatên koalîsyonê ve li derveyî operasyona Sûriyê hate hiştin. Ne tenê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve di heman demê de ji aliyê welatên koalîsyonê ve jî li derveyî operasyonê hate hiştin. Di polîtîkaya derve de em kêşeyên mezin dijîn. Kêşe tên çareserkirin lê ne bi fikrên vê desthilatê."

Parlementerê HDPê Mîthat Sancar jî da zanîn ku, li Mûsilê esil Hikûmeta Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê xwedî gotin in. Li gorî Sancar Operasyona Mûsilê fînala wê pergala ku di van 5 salên dawîn de di hate xwestin ku li Rojhilata Navîn bê bicihkirin e. Sancar amaje kir ku, şerê Mûsilê şerekî fînalî ye û ev şer wê hê demek duvedirêj berdewam bike.

Herwiha Sancar got: "Li Rojhilata Navîn hemû şîfreyên pergala nû û paşerojê di operasyona Mûsilê de ne. Hewceye bi baldarî bê şopandin. Operasyona Mûsilê dê hem li ser Iraq û Sûriyê hem jî li Tirkiyê, di serî de jî li ser kêşeya Kurdan wê bandorek berbiçav bike."

Hemû siyasetmedarên li Parlamentoya Tirkiyê di warê operasyona li dijî DAIŞê ya li Mûsilê digel hev difikirin û li dij wê yekê radiwestin, ev bajar di bin desthilata rêxistineke hov de be.Herwiha parlamenteran ragihand ku wê ev operasyon bi serkeftinê biçe serî.