Pentagon: Operasyona Mûsilê li gor pilanê cîbecî dibe

Duh, Operasyona Mûsilê destpê kir û Hêzên Pêşmerge bi sê aliyan ve beşdarî operasyonê bûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê(Pentagon) ragehan ku, di yekemîn roja operasyonê de Artêşa Iraqê armacên xwe cîbe cîkir û operasyon li gor pilana ku, hatibû danîn bi rê ve çû.

Derbarê operasyona rizgarkirina Mûsilê Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê(Pentagon) Pîter Kok di daxuyaniyekê de ragehand ku, roja yekemîn weku, hatî çaverêkirin bû, herwiha operasyona Mûsilê li gor pilana hatî danîn hate cîbecî kirin.

Kok diyar kir ku, firokeyên Artêşa Iraqê bi armanca çawaniya parastina wan di 48 saetên borî de 7 milyon belavok li ser welatiyên bajarê Mûsilê barandine.

Duh, Operasyona Mûsilê destpêkir, Hêzên Pêşmerge jî bi sê aliyan ve beşdarî wê operasyonê bû, herwiha karî 11 gundan jî li mihwerê Guwêr û Xazir rizgar bike.