Di rojeve partiyên Bakur de Operasyona Mûsilê ye

Hêviyên rizgarkirina vî bajarî ji aliyê gelek beşên civakê ve wekî pêvajoyeke hestyar û gaveke nû ya rizgariya dagirkeriyê tê dîtin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Operasyona Mûsûlê ya li hember DAÎŞ'ê, digel qadên siyasî yên gelemperî, bû rojeva partiyên Kurdistanî yên Bakûrê Kurdistanê jî.  Partiyên Kurdistanî hebûna DAÎŞ'ê ya li Mûsûlê wekî gefa li pêşiya Kurdistana xweser dibînin û pêvajoya rizgarkirinê ji nêz ve dişopînin.

Operasyona ku ji 4 hezaran zêdetir pêşmergeyên Herêma Kurdistanê jî tevlî bûne, ji aliyê Partiyên Kurdistanî ve wekî pêvajoyeke hesas tê nirxandin. Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakûr (PDK-Bakûr) Sertaç Bûcak amaje dike ku DAÎŞ ne tenê dijminê Kurdan e, ew, dijminê hemû mirovên cîhanê ye.

Serokê Giştî yê PDK-Bakûr Sertaç Bûcak wiha got:

"DAÎŞ'ê warê Kurdan di destpêkê de dagir kir û gelek tiştên xirab bi ser gelê Kurd û Kurdistaniyan ve anî. Tevlîbûna pêşmergeyan û Herêma Kurdistanê, hem ji bo îro, hem ji bo pêşerojê ya Mûsûlê, garantiyeke mezin e. Ji ber ku pêşmerge ji aliyê leşkerî ve jî gelek serkeftî bûn."

Gengeşiya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de jî di rojeva Partiyên Kurdistanî de cihê xwe digire. Di 5'ê Cotmeha 2016'an de Parlementoya Iraqê hişyarî da ku Tirkiye hêzên xwe ji axa Iraqê vekişîne. Ev hişyarî ji aliyê rayedarên Dewleta Tirkiyeyê ve rastî bertekên tund hatibû. Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê yê Diyarbekirê (PAK)'ê Hanîfî Tûran jî amaje dike ku nexwestina tevlîbûna Tirkiyeyê ya vê operasyonê, digihîje destpêka pêvajoya dagirkirina Mûsûlê.

Serokê PAK'ê yê Diyarbekirê Hanîfî Tûran jî wiha axifî:"Dema ku DAÎŞ'ê Mûsûl dagir kir, wê demê bi awayekî şikbar, DAÎŞ'ê dest danîbû ser Konsolxaneya Tirkiyeyê û konsolxane bi qasî 2 mehan di destên wan de mabû. Ev bûyer di asta navneteweyî de jî bi şikbarî hat pêşwazîkîrîn."

Operasyona rizgarkirina Mûsûlê, ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve jî wekî bûyereke girîng tê dîtin. Ji ber ku Mûsil niha navendeke girîng a di destên DAÎŞ'ê de ye, hêviyên rizgarkirina vî bajarî ji aliyê gelek beşên civakê ve wekî pêvajoyeke hesas û gaveke nû ya rizgariya dagirkeriyê tê dîtin.