Li Tirkiyê û cîhanê rojeva sereke operasyona Mûsilê ye

Li gor nêrîna pisporan gelek sedem hene ku Tirkiye dixwaze beşdarî operasyona Mûsilê bibe.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Tirkiye ku operasyona Mûsilê ji nêz ve dişopîne, ji bo beşdarî operasyonê bibe di nav hewldaneke mezin de ye. Li gor pisporên ku bo Kurdistan24 axivîn sedema vê hewla Tirkiye ew e ku piştî çûyîna DAIŞ'ê fişara li ser Sunniyan a ji aliyê Şiîayan ve û koçeke nû ya penaberan e. Her wiha ev operasyon çarenûsa Iraq û Kurdistanê jî dê diyar bike.

Operasyona Mûsilê ku nêzîkî meheke di rojeva cîhanê de bû dest pê kir. Operasyon wekî cîhanê li Tirkiyê jî wek rojeva sereke cîh girt.

Çawa ev operasyon hat rojevê, Tirkiye ji ber bicîhbûna leşkerên Tirk li Başîkayê

bi Bexdayê re nîqaş kir û navbera her du welatan de krîza Başîkayê rû da. Niha Tirkiye bi biryar e ku hem dema operasyona Mûsilê hem piştî vê roleke bigire ser xwe.

Li gor nêrîna pisporan gelek sedem hene ku Tirkiye dixwaze beşdarî operasyona Mûsilê bibe. Li gor pisporê polîtîkaya derve Prof. Dr. Kemal Înat, Amerîka ji polîtîkaya derve ya Tirkiye dilgiran e loma hewl tên dayîn ku Tirkiye ji operasyonê bê dûrxistin.

Pisporê Polîtîkaya Derve Kemal Înat wiha got:"Sedema pêşî ew e ku rê li ber metirsiya PKK û DAÎŞê bê girtin, ya ku ji sînorên Iraqê berev Tirkiyê ve tê. Ya dûyem piştî DAÎŞ ji Musilê hat derxistin gefa hêzên Şîî ya ku li ser Sunne û Tikmenane. Herwiha îhtîmalek heye ku ber bi operasyonê re û piştî operasyonê bi sed hezaran mirov ji Musilê berev Tirkiyê ve koç bikin.

Li gor nêrîna pisporê Rojhilata Navîn Galîp Dalay, serkeftina operasyonê zêdetir girêdayî peymanên siyasî ye.

Pisporê Rojhilata Navîn Galîp Dalay wiha axifî: "Meseleya herî girîng ew e ka gelo Iraq dê wekî dewleteke welatê sunneyan jî bi mîne yan na? An na ew jî dê mezheb perestiyê bike? Erebên Sunne yên ku ev demeke dirêje xwe wekî hemwelatiyên esas yên Iraqê di bînin, ji ber helwesta Bexdayê ya van dawiyan her ku diçe ji welat dûr dikevin û ev yek jî dê di dahatûyê de karîgeriyeke xerab li ser rewşa sîyasî û erdnîgariya Iraqê bike."

Pisporan amaje dikin operasyona Mûsilê bo dahatiya Iraqê dê diyar bike. Piştî operasyonê yan Iraq wek siyasî û civakî reformeke bike yan jî perçebûna Iraqê dê rû bide.