Kanada beşdariyê di Operasyona Mûsilê de dike

Bi rê ya piştgiriya wê ji Hêzên pêşmergere.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergirî yê Kanadayê ragehand ku,bi rê ya piştgiriya Hêzên Pêşmerge Hêzên welatê wî beşdariyê di Operasyona Mûsilê de dikin.

Derbarê beşdariya welatê Kenedayê di Operasyona Mûsilê de Wezîrê Bergirî yê Kanadayê Harcet Sacan di daxuyaniyekê de ragehand ku, Hêzên welatê wî bi rêya piştgiriya Hêzên Pêşmerge beşdariyê di operasyonê de dikin.

Sacan da zanîn ku, cihê şanaziyê ye ku, hêza wan roleke gring di operasyonê de hebe.

Duh, Operasyona Mûsilê destpêkir, Hêzên Pêşmerge bi sê aliyan ve beşdarî wê operasyonê kir, herwiha 200 K.m çarkoşe pêşveçû û karî 11 gundan li her du mihwerê Giwêr û Xazir rizgarbike.