Almanya li ser piştgiriya pêşmerge berdewam e
K24-Navenda Nûçeyan
Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Almanyayê ragehand ku, welatê wî li ser alîkarî û piştevaniya Hêzên Pêşmerge berdewam.
Derbarê piştgiriya Almanyayê bo Hêzên Pêmerge Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Almanyayê di kongreyeke rojnamevanî de tekezî li ser piştgiriya welatê wî ji Hêzên Pêşmerge û alîkariya wan di Operasyona Mûsilê de.
Wezareta Almanyayê aşkere kir ku, di meha borî de dema Wezîra Bergiriyê ya Almanyayê Ursula Vonder Leyen serdana Herêma Kurdistanê kirbû barek alîkariyên leşkerî bo Hêzên Pêşmerge anîbûn.
Da zanîn ku, ew alîkarî ji bo Operasyona Mûsilê bûn.Lewma di dema niha de ew ti alîkariyan narêkin.
Herwiha Wezareta Almanya da zanîn ku, di vê mehê de zêdeyî 2 hezar ton çek û teqemenî, herwiha kelûpelên serbazî bi armanca piştgiriyan wan û Hêzên Iarqê di operasyona Mûsilê de şandine Herêma Kurdistanê.