Artêşa Iraqê 56 bîrên petrolê kontirolkirin

Li Başurê navçeya Geyare pêşvediçin.

K24-Navenda Nûçeyan

Di çarçoveya Operasyona rizgarkirina Mûsilê de Artêşa Iraqê û Polîsên Fedral di roja duyem a operasyonê de 56 bîrên petrolê li başrê bajarê Geyare kontirolkirin.

Derbarê vê yekê jederekî ji Polîsên Fedral amaje kir Hêzên Iraqê îro bi piştgiriya hevpeymaniya navdewletî karîn 56 bîrên neftê li başurê Geyare ji destê DAIŞê rizgarbikin.

Li gor heman jêderê Hêza Atêşa Iraqê li başurê Mûsilê di pêşveçûnên xwe de berdewam dikin û nêzîkî gundê Hemam Elîdibin.

Duh, operasyona rizgarkirna bajarê Mûsilê destpêkir, heta niha hejnarek navçe hatine kontirolkirin.