Amerîka hejmara leşkerên xwe li Iraqê aşkere dike

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) hejmara leşkerên xwe li Iraqê aşkere kir û ragihand, 5 hezar leşkerên Amerîka bo beşdariyê di opersyona rizgarkirina Mûsilê de bikin, li Iraqê ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) hejmara leşkerên xwe li Iraqê aşkere kir û ragihand, 5 hezar leşkerên Amerîka bo beşdariyê di opersyona rizgarkirina Mûsilê de bikin, li Iraqê ne.

Berdevkê Pentagonê Peter Cook di konferanseke rojnamegerî de ragihand, hêzên Iraqî karîn armancên xwe bidest bixin û bi awayayekî ku nedihat pêşbînîkirin, di roja yekem ya operesyona rizgarkirina Mûsilê de bidest xistin.

Cook şeva borî gotibû: “Heta niha em di destpêka operesyonê rizgarkirina Mûsilê de ne, bo kontrolkirina wî bajarî jî demeke dirêj pêwîst e.”

Herwiha Cook ragihand, Hevpeymaniya Navdewletî perwerde bi zêdetirî 54 hezar leşker û hêzên ewlehiya Iraqê kiriye û nêzîkî 10 hezar êrîşên asmanî li ser pêgehên DAIŞê encam dane.

Derbarê hejmara leşkerên Amerîkayê yên li ser xaka Iraqê ne, Cook aşkere kir, nêzîkî 5 hezar leşkerên Amerîkî di çarçoveya Hevpeyamniya Navdewletî de li Iraqê ne.