DAIŞ avahiya parêzgarê Neynewa teqand

Herwiha avahiya Nifûs û pasportan li navçeya Bab El-Bîd li rojavayê Mûsilê jî şewitandine.

K24-Navenda Nûçeyan

Çekdarên DAIŞê avahiya parêzgarê Neynewa ku, dikeve cadeya El-Cimhoriyê linava  bajarê Mûsilê teqand.

li gor jîderkî leşkerî ji K24ê ragehandî ku, îro danê sibehê çekdarên DAIŞê li bajarê Mûsilê avahiya parêzgarê Neynewa bi bermîleke bombekirî teqandin, di encam de li avahî û dukanên derdorê ziyaneke mezin rû da.

Li gor heman jêderî çekdarên DAIŞê avahiya nifûsê û pasportan jî li navçeya Bab El-Bîd li rojavayê Mûsilê şewitandine.

Di 17ê vê mehê de operasyona rizgarkirina Mûsilê ji aliyê Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge destpê kir.