Hêza taybet: 5 heta 6 hezar çekdar li Mûsilê hene

K34-Navenda Nûçeyan

Hêzên taybet ên Iraqê ragehand ku, (5-6) hezar çekdarên DAIŞê li bajarê Mûsilê de hene.

Derbarê vê yekê Hêza taybet a Iraqê di daxuyaniyekê de ragehand ku, li nav bajarê Mûsilê hejmara çekarên DAIŞê ji 5 heta 6 hezaran hene.Ji aliyê xwe ve jî Fermandeyekî artêşa Amerîka ragehandibû ku, , derdora 5 hezar çekdarên DAIŞê li Mûsilê hene.

Fermandeyê hêzên bejahî yên Amerîka li Iraqê, Girî Wolskî derheqê operasyona azadkirina Mûsilê de ji televîzyona amerîkî ya NBC re gotiye, bi rizgarkirina Mûsilê re êdî tiştek bi DAIŞê li Iraqê namîne.