Tirkiyê derbarê serbestiya vîze de gefê li Ewropa dixwe

Tirkiye carek din gefê li Ewropayê dixwe ku, eger heta dawiya salê serbestiya vîze cîbicî nebe, ewê rêkeftina penaberan ya bi Ewropa re betal bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiye carek din gefê li Ewropayê dixwe ku, eger heta dawiya salê serbestiya vîze cîbicî nebe, ewê rêkeftina penaberan ya bi Ewropa re betal bikin.

Wezîrê Karûbarên Yekîtiya Ewropa yê Tirkiye Omer Çelîk di hevpeyvîneke taybet ya Ajansa “Reuters” de got, Ewropa ser wan ferz kiriye ku di qanûna dijî terorê de guhertinan bike.

Çelîk da zanîn, guhertin yan neguhertina yasaya terorê ne ser daxwaza wan e. ji ber mercên welatê wan nikarin yasayê biguherînin.