DAIŞê ev tawan li Mûsilê dikirin

Di 10 Hizêrana 2014an de çekdarên DAIŞê êrîşî bajarê Mûsilê navenda Parêzgeha Neynewayê kir, heta niha nêzîkî 28 meh in DAIŞê dest daniye ser wî bajarî, ku rûbera wê hezar û 783 k.m çargoşe ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di 10 Hizêrana 2014an de çekdarên DAIŞê êrîşî bajarê Mûsilê navenda Parêzgeha Neynewayê kir, heta niha nêzîkî 28 meh in DAIŞê dest daniye ser wî bajarî, ku rûbera wê hezar û 783 k.m çargoşe ye.

Di vê demê de, DAIŞê nêzîkî 10 hezar welatiyên Mûsilê ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Turkmen û Xirîstiyanî bi dar ve kirine. Herwiha li gor amaran jî nêzîkî yek milyon û 300 hezar kes ji wî bajarî dijîn.

DAIŞê di 28 mehan de li Mûsilê bi dehan û sedan kes ji ber serpêçiya biryarên wê rêxistinê jî gulebaran kirine.

Herwiha serê bi dehan mamosteyên olî biriye, ji ber ku bo berjewendiyên DAIŞê fetwe nedane û amade nebûne ku bikevin bin biryarên DAIŞê li Mûsilê.

Ev yek hemû, ji bilî îşkencekirina keç û jinên Mûsilê, bi sedemên cuda ji lixwekirina cilûbergan û derketina ji malê û çendîn tuhmetên bi vî awayî.

Herwiha DAIŞê di 28 mehan de, lîstika topapê yê zarokan li nava Mûsilê qedexe kiribû û zarok li ser wê lîstikê jî ceza dikir.

Di 17ê Cotmehê de, operesyona rizgarkirina Mûsilê bi yekem êrîşaa hêza Pêşmerge dest pê kir. Bi beşdarbûna Pêşmerge, artêşa Iraqê, Polîsa Federal, Firqeya Altonî, Dije Teror, Heşda Şeibî li gor plana operesyonê, li ser 6 eniyên şer dabeş bûne.

Wek jêderên leşkerî aşkere dikin, nêzîkî 5 hezar çekdarên DAIŞê li nava bajarê Mûsilê mane.