Leşkerên Amerîka li nêzîka Mûsilê ne

Ajansa “Associated Press” girte vîdyoyeke leşkerên Amerîka li nêzîkî eniyên şer belav kiriye, ku mil bi mil bi hêzên Iraqî amadekariyê û û hevkariyê dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansa “Associated Press” girte vîdyoyeke leşkerên Amerîka li nêzîkî eniyên şer belav kiriye, ku mil bi mil bi hêzên Iraqî amadekariyê û û hevkariyê dikin. 

Berdevkê Wezareta Bergîriyê ya Amerîka Jeff Davis ragihand, nêzîkî 100 leşkerên Amerîkî mil bi mil bi hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê re ne, lê gelek ji eniyên şer dûr in.

Herwiha Wezareta Bergîriyê ya Amerîka ragihand, ew leşker bi çi awayekî beşdarî operesyona rizgarkirina Mûsilê nabin, tenê rola şlwirmendiyê dikin.

Li gor daxuyaniyeke Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentegon) hejmara leşkerên wî welatî li Iraqê 6 hezar leşker in.