Zaxarova: Em agahdarî operesyona Mûsilê ne

Wezareta Derve ya Rûsyayê helwesta derbarê şerê Mûsilê de ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Rûsyayê helwesta derbarê şerê Mûsilê de ragihand.

Berdevaka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova bersiva pirseke peyamnêrê K24ê da û ragihand, Rûsya agahdarî operesyona rizgarkirina Mûsilê ye. Heger bi fermî jî Rûsya bê xwastin, ew amade ne hevkar bikin û alîkariya mirovî pêşkêşî xelkê Mûsilê û derdora wê bikin.

Zaxarova amaje kir ku, Rûsya li ser wê yekê rijd e, ku divê rêgirî li ber derbasbûna her çekarekî DAIŞê bo Sûriyê were kirin.

Derbarê Amerîka de, Zaxarova rexne li Washingtonê girt û ragihand, Amerîka heta niha ti cudahiyê nake di navbera opozîsyona Sûriyê û teroristan de.