Tirkiye dikare operasyoneke bejayî li Mûsilê bike?

Operasyona rizgarkirina Mûsilê ya ji rêxistina terorî DAIŞ'ê, ji aliyê Tirkiyê ve ji nêz ve dişopîne. Piştî hevdîtina Enqere û Washingtonê hat ragihandin ku Tirkiye ji asîmanê beşdarî operasyona Mûsilê bibe. Her çiqas hinek aliyan qala operasyona bejayî ya Tirkiye bike jî giştiyê pisporan bawer nakin ku Tirkiye dest bi operasyoneke bejayî bike.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Operasyona rizgarkirina Mûsilê ya ji rêxistina terorî DAIŞ'ê, ji aliyê Tirkiyê ve ji nêz ve dişopîne. Piştî hevdîtina Enqere û Washingtonê hat ragihandin ku Tirkiye ji asîmanê beşdarî operasyona Mûsilê bibe. Her çiqas hinek aliyan qala operasyona bejayî ya Tirkiye bike jî giştiyê pisporan bawer nakin ku Tirkiye dest bi operasyoneke bejayî bike.

Gerînendeyê nûçeyên derve yê rojnameya Sabahê Bercan Tutar ji K24ê re axivî û got: “Ez hizir nakim ku Tirkiyê bi rêya bejahiyê bikeve nav Musilê. Ne pêkane ku Tirkiyê rîskeke bi vî awayî bide ber çavan û herwiha pêdivî bi vê yekê jî nîne. Ji xwe wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê diyar kir ku Tirkiyê dê bi balafirên xwe beşdarî operasyonê bibe. Anku operasyoneke bi rêya bejahiyê dê rageşiya navbera Enqere û Bexdayê de jî zêdetir bike herwiha ev krîz dê karîgeriyê li Tehran û Wahîngtonê jî bike. Bi gotineke din artêşa Tirkiyê nikare operasyoneke bejahiya ya wekî operasyona Surî li Musilê jî pêk bîne.”

Li gor rêvebirê nûçeyên derve yê rojnameya Sabahê pispor Bercan Tutar, yekane amanca Tirkiye parastina sînorên xwe ne û got: “Li derdora Musilê û ji Dihokê heta Kerkûkê nêzî 15 qereqolên leşkerî yên Tirkiyê hem Peşmerge û Sunneyên li herêmê perwerde dikin, hem jî xeta sînor diparêzin. Tirkiyê li vir dixwaze di serî de sînorê xwe li hember rêkxistinên terorî di ewlehiyê de bigre û herwiha berjewendiyên xwe yên siyasî, aborî û leşkerî bi parêze. Tirkiyê na xwaze ne li bakurê Sûrî ne jî li bakûrê Iraqê Emerîka, Rûsya û Îran serweriya xwe ragihînin.”

Pisporê Polîtîkaya Derve Prof. Dr. Mensur Akgun jî li ser mijarê wiha dibêje: Amerîka şûna ku leşkerên xwe bişîne herêmê, piştevaniya hêzên herêmî dike û hebûna xwe wiha nîşan dide. Amerîka dil dike ku Tirkiye jî mîna wî bike.

Akgûn got jî: “Divê em jî wekî Emerîka tevbigerin. Divê bi qasî ku ji destê me tê em li paş bi sekinin û ji dûr harîkariya hevalbendên xwe bikin. Ji xwe li Surî jî û li Iraqê jî em bi heman awayî tevdigerin. Kêmasiya me ya herî mezin peyda kirina rê û rêbazên rewa kirina hebûna xwe ya li van deran e.”

Li gor pisporan, geşedanên dawî nîşan dide ku, DAIŞ di encama operasyonên leşkerî de dê têk biçe, lê ji bo ku DAIŞ bi temamî ji holê bê rakirin divê di warê siyasî de jî xebat bên kirin.