Saziyên sivîl daxwaza rakirina rewşa awarte dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
26 saziyên sivîl ên navnetewî ji Tirkiyê daxwaza rakirina rewşa awarteyê kirin.
Rêxistina Navnetewî ya Efûyê, Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan û Yekitiya Nivîskaran jî nav de 26 saziyên sivîl ên cîhanê li dijî Rewşa Awarteya li Tirkiyeyê belavokek hevpar weşandin.
Di belavokê piştevanî ji bo lêpirsîn û lêkolînên derbarê hewla derbeya leşkerî de tê kirin. Lêbelê dirêjkirina rewşa awarteyê ew nîgeran kirine û li hemberî binçavkirina rexnegirên hikûmetê jî nerazî ne.
Herwiha saziyên sivîl amaje kirin, ku rewşa awarte bûye sedema binpêkirina mafê mirovan. Lewma divê li Tirkiyê rewşa awarte were rakirin.