Daqoq: Ji encama ketina Mûşekekê 9 kes şehîd bûn

Li bajarokê Daqoq ya ser bi Kerkûkê ve, ji encama ketina mûşekekê 9 kes şehîd dibin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarokê Daqoq ya ser bi Kerkûkê ve, ji encama ketina mûşekekê 9 kes şehîd dibin.

Rêveberê Asayişa Daqoq ya ser bi Kerkûkê ve Eqîd Pola ji K24ê re ragihand, îro demjimêr 17:20 firokeyeke şer li asmanê Daqoq difiriya û di dema vegerê de mûşeke li ser navenda qezayê de berda, di encamê de 9 kes şehîd bûn û 17 kes jî birîndar bûn.

Li gor Eqîd Pola diyar kiriye, ku piraniya qurbaniyan jin û zarok bûn.

Eqîd Pola ragihand jî, wek vê bûyerê, li Xurmatû jî rû da û heta niha nehatiye zanîn ku ew firokeya şerî ser bi kîjan aliyê ve ye. Herwiha ragihand jî, ku li Xurmatû bombeyek li ber xaniyekê ketibû, ku ala hêza Heşda Şeibî li ser bilindkirî bû.

Li gor Eqîd Pola, ku gûmana wan heye ku ew firoke bi şaşbûn ew her du cih kiribe aramnc û got: “Piştî nema dengê firokeyê li asmanê bajêr, bombebarankirin î nema.”

Rêveberê Asayişa bajarokê Daqoq ragihand, birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhastin, bo wergirtina çareseriyên pêwîst.