Lavrov: Êrîşên Tirkiyê li dijî YPGê metirsîdar in

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, operasyonên Tirkiyê yên li bakurê Helebê li hemberî YPGê metirsîdar in. Lavrov xwest ku Tirkiye rêzê li serweriya xaka Sûriyê bigire.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, operasyonên Tirkiyê yên li bakurê Helebê li hemberî YPGê metirsîdar in. Lavrov xwest ku Tirkiye rêzê li serweriya xaka Sûriyê bigire.

Rêjîma Sûriyê, li ser bombebarankirina gundewarên bakurê Helebê heşyarî da Tirkiyê û da xuyakirin, Sûriye bi hemû derfetên xwe li dijî vê radiweste û ewê firokeyên Tirkiyê daxîne xwarê.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê jî da xuyakirin, operasyona Tirkiyê metirsîdar dibînin û bang li hikûmeta Tirkiyê kir ku rêzê li serweriya xaka Sûriyê bigire.

Lavrov got, divê armanca operasyonên Hevpeymananiya Navdewletî li dijî DAIŞ bin û ew naxwazin baregehên YPGê bêne armanckirin.