El-Hemdaniye û nexweşxaneya giştî rizgar bûn
K24-Navenda Nûçeyan
Artêşa Iraqê ragehand ku, piştî çend demijmêran navçeya El-Hemdaniyê ku, dikeve başur û rojhelatê bajarê Mûsilê û nexweşxaneya giştî hatin rizgarkirin.
Li gor daxuyaniyên şaneya ragehandinê a şer firqeya 9 a cebilxaneyan karîn alaya Iraqê li ser qaymeqamiya navçeya El-Hemdaniyê bilind bikin û bi dehan çekdarên DAIŞê bikujin.Herwiha da zanîn ku, alaya Iraqê li ser nexweşxaneya giştî jî bilind bû.
Çekdarên DAIŞê di havîna 2014ê de navçeya El-Hemdaniyê dagîrkiribû û bi dehan welatiyên sivîl kuştibûn û koçber kiribûn.