Amara qurbaniyên Kerkûkê aşkere dibe

Roja Înê 21 Cotmehê çekdarên DAIŞê êrîşî Kerkûkê kirin, di encamê de 99 kes şehîd bûn û 230 kesên din jî birîndar bûn. piraniya qurbaniyan jî polîsên Kerkûkê bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Roja Înê 21 Cotmehê çekdarên DAIŞê êrîşî Kerkûkê kirin, di encamê de 99 kes şehîd bûn û 230 kesên din jî birîndar bûn. piraniya qurbaniyan jî polîsên Kerkûkê bûn.

Roja Îna borî êrîşî nava Kerkûkê û taxên Yekê Hizêranê, Esra û Mefqodînkirin, Tishîn, Domîz, kirin û hejmarek çekdarên DAIŞê jî êrîşî Hotêla Sinober, Mejîdiye, Cîhad û mizgefta taxa Domîz girtin û bi “Qenasan” teqe li hêzên ewlehiyê û welatiyan kirin.

Hêzên ewlehiyê û welatiyên xwebexş rûbirûyî çekdarên DAIŞê bûn û karîn êrîşa DAIŞê têk bişkînin. Fermandarê Yekîneya 70 ya hêza Pêşmerge Şêx Cafer Şêx Mistefa ji K24ê re ragihand, çekdarên DAIŞê bi planeke mezin hewl dan bajarê Kerkûkê kontrol bikin, ku êrîşî çeperên hêza Pêşmerge jî kirin.

Çawaniya derbasbûna çekdarên DAIŞê

Rêveberê Giştî yê Polîsa Kerkûkê Emîd Xetab Omer derbarê çawaniya derbasbûna çekdarên DAIŞê bo nava bajarê Kerkûkê de ragihand, li bajarê Kerkûkê 600 hezar koçber hene, diyar e bi wan re derbas bûbin, yan ji wan bin, lê çûne nava malên welatiyan. Piştî lêkolînê encaman bo raya giştî radigihînin.

Parlementerê Parlementoya Iraqê Şaxwan Ebdulah ji K24ê re ragihand, nabe bi hest û soz danûstandinê bi pirsa koçberan bikin, vajî wê yekê, divê her rojekê çaverêya bûyereke wiha bin û divê careke din ev bûyer nebin.

Ji aliyê xwe ve, Berpirsê eniya Germesêr ya Pêşmerge Mehmûd Sengawî derbarê çawaniya derbasbûna wan çekdaran bo nava Kerkûkê ji K24ê re got, dezgehên ewlehiyê yên Kerkûkê karasanî gelek bo hatina koçberan kirin û hinan jî piştgîrî bo wan koçberan kiriye. Sengawî got ku, heta ew koçber bên nava bajêr, eger e careke din ev bûyer bibin.

Herwiha Rêveberê Asayişa Kerkûkê Helo Necat ji K24ê re ragihand ku, rojane hezar û 500 koçber digihin Kerkûkê û bi 11 dezgehên ewlehiyê, hîn nikarîne zanyariyên hemû derbarê koçberan kom bikin.

Hejmara çekdarên DAIŞê

Zanyariyên bi hûrî yên hejmara wan çekdarên DAIŞê yên ku êrîşî Kerkûkê kiribûn, li ber dest tune ne, lê hemû êrîşker hatin kuştin.

Dezgehên ewlehiyê û fermandarên leşkerî behsa derbasbûna 100 çekdarî dikin, ku di nava bajêr de jî hevkarên wan hebûne.

Ligel wê jî, bi dehan çekdarên din yên DAIŞê di dema êrîşa li ser eniyên Pêşmerge li eniyên Kerkûkê hatin kuştin, K24ê jî wêneyên piraniya ji wan belav kirin.

Heta niha laşê 63 çekdarên DAIŞê yên derbasî nava bajêr bûbûn, li nexweşxaneya Kerkûkê ne û ew hejmar jî bilind dibe.

Hejmara qurbaniyan

Di êrîşa roja Înê ya çekdarê DAIŞê li ser Kerkûkê de 42 polîs, 17 Pêşmerge, 26 welatî, 13 endamên asayişê û endamehî hêza Dije terorê şehîd bûn.

Li bajarokê Daqoq jî 15 jin di êrîşeke DAIŞê şehîd bûn.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî ragihand, ku di êrîşa DAIŞê li wîstgeha kehrebê li Dûbiz 3 karmendan canê xwe jidest dan û 4 karmendên din jî birîndar bûn.