PYKS: Çarenivîsa peyamnêrekî ne diyar e

Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) li bajarê Qamişlo derbarê çarenivîsa peyamnêrê malpera “Yekîtî mîdya” Alan Selîm Mistefa û hin kesên din, konferanseke rojnemevanî lidar xist.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) li bajarê Qamişlo derbarê çarenivîsa peyamnêrê malpera “Yekîtî Mîdiya” Alan Selîm Mistefa û hin kesên din, konferanseke rojnemevanî lidar xist.

Endamê Polîtbîroya PYKS Ebdulbaqî Salih di konferansê de diyar kir ku, divê hêzên asayişê çarenivîsa çend kesên girtî yên ji bêhtirî ji 2 mehan ve girtî ne diyar bikin.

Salih got: “Li gor yasaya û qanûnên wan, wek ew dibêjin, ku nabe kesek bê girtin ya bi ser malejê de bigirin, heger biryar ji dadger de tune be. herwiha li gor yasayên wan jî nabe kesek zêdetirî 5 rojan were girtin bêyî ne wî nebin pêş dadgehê û çaranivîsa wî diyar bibe. Bêhtir ji 2 meha li ser girtina Alan Selîm Mistefa derbas bûne, lê hîn çarenivîsa wî ne diyar e.”

Bavê Alan berî demekê ji K24 re gotibû: “Ji heyama 2 mehan ve, Alan û çend hevalên wî ji aliyê Asayişa Qamişlo ve hatine girtin û berê wan dane devereke ne nas.”

Herwiha bavê alan gotibû jî, piştî 2 mehan rê li pêş dîtina girtiyan hate vekirin, lê dema ew çûye zîndanê û pirsa kurê xwe Alan kiriye, rêveberiya zîndanê ji wî re gotine ku, Alan ne li cem wan e.

Herwiha Salih amaje kir ku, ewê berdewam bin di çalakiyên xwe yên aştiyane de heta diyarkirina çarnivîsa Alan û hevalên wî.