Erdogan û Ebas civiyan
K24-Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan û Serokê Filîstînê Mehmûd Ebas li Enqerê di Koşka Serokomariyê de hatin ba hev.
Mehmûd Ebas, bi armanca dijî derketina hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê û piştevaniya hikûmetê, serdana Tirkiyê kir.
Ebas, duh di Parlamentoya Tirkiyê de ku ji hêla balefiran ve hatibû bombebarankirin, hin lêkolîn kirin û piştre bi Serokwezîrê Tirkiyê re hat ba hev.
Li gor medaya Tirkiyê, Ebas û Erdogan di hevdîtinan de derbarê pêşketinên dawî yên herêmê û Filîstînê gotûbêj kirine.