Li Endinozya merasîmek bi navê "Gel bi Xwedayan re tên ba hev" hat darxistin

Bawermendên ola Buda, bi stran û dansên renga u reng, wek karnevalekê merasîm pêk anîn.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Li Paytexta Endinozya Cakartayê, merasîma bi navê "Gel bi Xwedayan re tên ba hev" hat darxistin. Bawermendên ola Buda, bi stran û dansên renga u reng, wek karnevalekê merasîmê pêk anîn.

Bûdîstên Cakarta, her sal bi merasîmê dans û awazan xwedayên xwe bigel didin nasîn.

Îsal jî nêzîkî hezar kes beşdarî merasîmê bûn. haykalen ku temsiliya xwedayan dikin ji perestgehan hatin derxistin û li navenda bajêr bi 9 kîlometre li ser milan hatin gerandin.

Dans û aheng û cilûbergên herêmî balê dikşînin . Ji ber merasîmê otombêl di derbasbûnê

Bawermendên Buda, bi vê merasîmê bawer dikin ku, xwedê dê ji gunehên wan bibexşe.

Beşdarvana merasîmê Ferîda Widjaya  wiha got:"Îro bo bawermendên Bûda rojek pir girîng e. Her sela em xwedayên ji perestgehan derdixin û tînin nav xelkê. Em xwedayên xwe li ser milê xwe li derdura bajar dizivrînin.  Bi vê awayê xelk û xwedê hev dibînin."

Bi baweriya Bûdîstan, divê tu kes negihîje bilindahiya xwedayan û ji ber vê dema di bin pirê re derbas dibin, dibezin, dibe ku li ser pirê hin kes hebin.