NY:DAIŞ li Mûsilê komkujiyan pêktîne

Di 17ê vê mehê Operasyona Rizgarkirina Mûsilê ji aliyê Artêşa Iraqê ve destpê kir, Hêzên Pêşmerge jî bi sê aliyan ve beşdarî di wê Operasyonê de kirin .

K24-Navenda Nûçeyan

Berdevkê ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Mafê Mirovan Robert Kovêl ragehand ku, Artêşa Iraqê di 20ê vê mehê de, li gundê Tilûl Nasir ku, dikeve başurê bajarê Mûsilê 70 temrim  ku, bi guleyan hatibûne kuştin dîtine.

Li gor hin raportan roja Yekşema borî jî  50 polîs li derdora bajarê Mûsilê, herwiha 15e welatiyên sivîl piştî ku hatine kuştin termê wan hatine avêtine nav rûbarekê, da zanîn ku, 6 kesên din ji malbata serok eşîrekê bû bi otombîlekê ve hatin girêdan û li derdora gundê El-Sefîne ku, dikeve başurê Mûsilê  hatin gerandin.

Li gor Robert aşkerekirî ku, çekdarên DAIŞê 3ê jin û 3ê keç bi guleyan kuştin û 4 zarokî birîndarbûn.

Di 17ê vê mehê Operasyona Rizgarkirina Mûsilê ji aliyê Artêşa Iraqê ve destpê kir, Hêzên Pêşmerge jî bi sê aliyan ve beşdarî di wê Operasyonê de kirin û heta niha çendîn gund û navçe hatine rizgarkirin.