Artêşa Sûriyê Hêza "Mertala Feratê" dike armanc
K24-Navenda Nûçeyan
Sererkaniya Tirkiyeyê ragihandku, di encama operasyoneka asimanî ya Rejîma Sûriyê de 2 endamên Arteşa Azad a Sûriyê canê xwe ji dest dane 5 jî birîndar bûne.
Sererkanî bi daxûyaniyeka nivîskî ragihand ko operasyona wan a li Cerablûsê di roja xwe ya 64 mîn de berdewam dike. Di 24 seetên dawî de 99 bingehên DAÎŞê û 18 bingehên PYDyê hatine topbaran kirin.
Ji alîkî din ve jî Rejîma Sûriyê li dijî Arteşa Azad a Sûriyê bi firokan operasyon pêk aniye û di encama bomberandinê de 2 endamên Arteşa Azad canê xwe ji dest dane 5 jî birîndar bûne.