Pêşmerge derbasî gundê Dêrê bûn
K24-Navenda Nûçeyan
Hêzên Pêşmerge li mihwerê Başîkê di çarçoveya Operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê derbasî gundê Dêrê bûn û dest bi pişkinîna nav malan de kirin.
Peyamêrê K24ê li mihwerê Başîkê ragehand ku, Hêzên Pêşmerge li wî mihwerê di çarçoveya Operasyona rizgarkirina Mûsilê karîn gundê Dêrê kontirolbikin û niha dest bi pişkinîna malan kirine, herwiha Tîmên endezyarî çendîn bombe û teqemenî pûçkirine.