Îran “Firokeya xwekujî ya bê firokvan” çê dike

Îranê firokeyeke bê firokvan dahênan kiriye, ku dikare hezar k.m bifire û bo erkên bijayî û deryayî bikar tê. Di heman demê de jî dikare xwe biteqîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îranê firokeyeke bê firokvan dahênan kiriye, ku dikare hezar k.m bifire û bo erkên bijayî û deryayî bikar tê. Di heman demê de jî dikare xwe biteqîne.

Komara Îslamî ya Îranê firokeyeke nû bi navê “Firokeya xwekujî ya bê firokvan” yekem car e berhem dide û kamîreyên pêşkeftî pê ve siwar kiriye, ku dikare bi şevê jî li ser zemîn û deryayê jî bifire.

Firokeya xwekujî ya Îranê 250 k.m di demjimêrekê de û bi bilindahiya 900 m difire. Herwiha li ser deryayê jî bi bilindbûna 50 c.m bifire û keştiyên leşkerî jî bike armanc.