10 hezar xelkê Mûsilê koçber dibin

Netewên Yekgirtî tragihand, zêdetirî 10 hezar Iraqî bi destpêka operesyona rizgarkirina Mûsilê di 17 Cotmehê de koçber bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Netewên Yekgirtî tragihand, zêdetirî 10 hezar Iraqî bi destpêka operesyona rizgarkirina Mûsilê di 17 Cotmehê de koçber bûne.

Nivîsgeha NY ya Hevahengiya Karûbarên Mirovî di daxuyaniyekê de ragihand, 10 hezar û 500 kes koçber bûne û pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye.

Koçberbûna niştecihên navçeyên derdora Mûsilê di demekê de tê, ku bazna dorpêça hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê li ser çekdarên DAIŞê li nava Mûsilê tund bûye.

Operesyona rizgarkirina Mûsilê di nîva hefteya duyemîn de berdewam e û piraniya navçeyên bakur, başûr û rojhilatê Mûsilê hatine kontrolkirin.

Rêxistinên mirovî bi nêzîkbûna hêzên Iraqî re pêşbîniya koçberbûna yek milyon û 500 hezar xelkê Mûsilê dikin.