Zêbarî: DAIŞê 65 sivîl li başûrê Mûsilê kuşt

Endamê Pîlotbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hişyar Zêbarî ragihand, di 3 rojên borî de çekdarên DAIŞê 65 kes li Mûsilê kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Pîlotbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hişyar Zêbarî ragihand, di 3 rojên borî de çekdarên DAIŞê 65 kes li Mûsilê kuştin.

Çekdarên DAIŞê hefteya borî serpêçiya xelkê her du gundan El-Hod û El-Zega yên li başûrê Mûsilê tepeser kirin, ku alîkariya artêşa Iraqê kiribûn.

Endamê Pîlotbîroya PDKê Hişyar zêbarê ji ajansa “Rueters” re ragihand, zêdetirî 20 kes ji xelkê El-Hod û El-Zega bi kuştinê hatin cezakirin.

Herwiha zêbarî amaje kir bi wê yekê kir jî, ku malbatên kesên ku hatine kuştin, niha li gundê Elîl yan Mûsilê girtî ne.

Ji aliyekî din ve, Berdevkê NY yê bo Karûnarên Mirovê Rupert Colville ragihandibû, ku li gor zanyariyên wî di hefteya bor de DAIŞê bi dehan kes li derdora Mûsilê kuştin.

Colville got, hêzên ewlehiyê yên Iraqî 70 termên sivîlan li gundê Telol Nasir li başûrê Mûsilê dîtin.

Roja 17 Cotmehê hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê dest bi operesyona rizgarkirina Mûsilê kirin, hetina gelek navçe û gund li bakur, başûr û rojhilatê Mûsilê kontrol kirine.