Amerîka bo binçavkirina Hevşaredaran hate deng

Amerîka derbarê binçavkirina Hevşaredarên Diyarbekirê Gûltan Kişanak û Firat Anli de daxuyanî da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka derbarê binçavkirina Hevşaredarên Diyarbekirê Gûltan Kişanak û Firat Anli de daxuyanî da.

Berdevkê Wezareta Derva yê Amerîkayê John Kirby ragihand ku, ew mijara binçavkirina Hevşaredarên Diyarbekirê ji nêzik ve dişopînin û bang li Tirkiyê dikin ku divê lêpirsîna hevşaredarên Diyarbekirê Gûltan Kişanak û Firat Anli bi dadperwerane were kirin.

Kirby daxwaz kir ku, xwenîşandanên li dijî binçavkirina Kişanak û Anli were kirin, divê çalakiyên aşitiyane bin û ji tundiyê dûr bin.

Herwiha John Kirby bang li PKKê jî kir û got, divê PKK dev ji tundiyê berde û vegere pêvajoya aştiyê.

Du roj berê Hevşaredarên Bajarê Mezin a Diyarbekirê Gûltan Kişanak û Firat Anli bi hinceta piştevaniya PKKê kirine, hatibûn binçavkirin.

Li Diyarbekirê jî duh, di xwepêşandana şermezarkirina girtina Kişanak û Anli de polîsan mudaxaleyê xwepêşanderan kir û gelek kes hatin binçavkirin.