Aloziyên ji ber binçavkirina hevserokan dewam dikin

Li Diyarbekirê, piştî binçavkirina hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, Gultan Kişanak û Firat Anli, maşînên nav bajêr hatin rawestandin. Ajokarên maşînên nav bajêr, ji bo bertekên xwe li hember binçavkirina hevserokan nîşan bidin, dê îro nexebitin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî binçavkirina hevseroên şaredariya Diyarbekirê, bertekên li dijî vê kirariyê dewam dikin. Maşînên ku girêdayiyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ne, îro hatin rawestandin.

Li ser bangewaziya yekgirtiyên Partiya Herêmên Demokratîk (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Kongreya Jinên Bilind (KJA), ku ji bo xwedîderketina li şaredaran banga çalakiyê kiribûn jî li Diyarbekirê bûye sedema bergirên ewlehiyê.

Li aliyê din 2 roj in ragihandina li ser înternetê ya li Diyarbekirê jî hatiye qutkirin. Aloziyên li herêmê dewam dikin.