Li Diyarbekirê paqijiya bajêr hatiya rawestandin
K24 – Diyarbekir
Piştî binçavkirina Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak û Firat Anli li nava bajarê Diyarbekirê jî hinek kar û xebatên şaredariyê hatin rawestandin. Lig elek deverên bajêr tîmên ku ji paqijiyê berpirsiyarin xebatên xwe dan rawestandin.
Binçavkirina Gultan Kişanak û Firat Anli li Diyarbekirê bandora xwe li jiyana rojane jî kir. Li gelek cade û kolanên Diyarbekir hate dîtin ku, qirş û kal ên rojane tên paqijkirin li erdê mane.
Paqijnekirina qirş û kalan ji gelek aliyan ve astengiyê jî ji welatiyan re derdixe holê.
Sedema wê yekê jî ewe ku binçavkirina Gultan Kişanak û Firat Anli bi vî awayî tê protesto kirin. hate amaje kirin ku heta hevserokên şaredariyê neyên berdan dê çalakiyên bi vî rengî jî bidomin.
Welatî amaje dikin ku paqijnekirina qirş û kalan eger wiha bidome dê rojên pêşiya me de bi xwe re pirsgirêkên tendirustiyê jî bîne.