Barzanî bi du gotinan bersiva Malikî dide

kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yên Hêzên çekdar ên Kurdistanê  Mesûd Barzanî bi du gotina bersiva Serokwezîrê Berê yê Iraqê Nûrî Malikî dide.

Roja pênşemê 27ê vê mehê Serokê Herêma Kurdistanê li mihwerên şer pêşwaziya Serokê Encûmena Bilind a Islamî Emar El-Hekîm kir.

 

Di kongiryekî rojnamevanî de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bersiva Serokwezîrê Berê yê Iraqê û Serokê Itîlafa Dewleta Yasa Nûrî Malikî  dide û wiha dibêje: "Amadebûna birêz Emar El-Hekîm li vî cihî belgeyeke zelal e li ser redkirina axiftinên Malikî derheqê Herêma Kurdistanê de."

Serokê Herêma Kurdistanê got: "Bersiva min bo Malikî eve: (الحسود لا يسود)."

Berî niha Nûrî Malikî ragehandibû ku, divê Hêzên Pêşmerge xwe ji navçeyên rizgarkirîn vekşînin û nabe rê bidin wan ku, sînorê xwe berfireh bikin.