CHP: Bila benda hilbijartinê ji sedî 10 bo 1 were daxistin
K24-Navenda Nûçeyan
Serokê Partiya Gel a Komarê CHPê Kemal Kiliçdaroglu banga daxistina benda hilbijartinê kir û ragihand ku, benda hilbijartinê ji sedî 10 were daxistin û bibe ji sedî 1.
Serokê Partiya Gel a Komarê CHPê Kemal Kiliçdaroglu beşdarê televîzyona Habertûrkê bû got ku, li Tirkiyê Sererkanî deqene HDP nekeve parlementoyê benda hilbijartinê ya ji sedî 10 amade kir û rê li ber HDPyê girt.
HDP ji sedî 10 derbas kir û niha dikare bikeve parlementoyê. Lêbelê partiyên din yên Tirkiyê nikarin.
Kiliçdaroglu da zanîn ku, kesên ku, behsa giringiya viyana netewî dikin pêwîst e benda hilbijartinê kêm bikin û ji sedî 10an dabixin ji sedî 1ê, Herwiha daxwaz kir ku, partiyê ku, ji sedî 1 deng werdigre jî beşdarê parlementoyê bibe.
Li Tirkiyê partiyek bikaribe beşdarê parlementoyê bibe divê herî kêm ji sedî 10 deng werbigre.