Putîn:Berdewamiya êrîşan li ser Helebê ne pêwîste

Li gor Rûsyayê bûye deh roj êrîşên wî welatî li ser bajarê Helebê hatine rawestandin.

K24-Navenda Nûçeyan

Artêşa Rûsyayê ragehand ku, Serokê Rûsyayê Velademir Putîn daxwaza wan bo berdewamiya êrîşên li ser Helebê redkiriye û gotiye ku, êdî êrîş ne pêwîstin.

Derbarê vê yekê Berdevkê Serokatiya Rûsyayê(Kirmlin)di kongiriyeke rojnamevanî de ragehand ku, Artêşa Welatê wî daxwaz kiriye ku, careke din êrîşên li ser bajarê Helebê destpê bike, lê Serok Putîn ti pêwîstiya wê nabîne.

Daxwaza Artêşa Rûsyayê di demekê de tê ku, Ceyş El-Fetih dest bi vekirina dorpêçkirina Helebê kiriye û di gelek mihweran de pêşveçûye.

Li gor Rûsyayê bûye deh roj êrîşên wî welatî li ser bajarê Helebê hatine rawestandin.