Li Stenbolê bo girtina şaredaran jin derketin xwepêşandanan

Fîgen:Girtina şaredaranşaredaran, binpêkirina vîna gel e.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Stenbolê navçeya Beyoglu, bi sedan jin hatin ba hev û binçavkirina Hevşaredarên Diyarbekirê Gultan Kişanak û Firat Anli Şermezar kirin. Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag ragehand ku, binçavkirina şaredaran, binpêkirina vîna gel e.

Herwiha tevî Hevserok Fîgen Yuksekdag, Parlamenterên HDP'ê Huda Kaya û Pervîn Buldan jî beşdarî xwepêşandanê bûn.

Jinan bi diruşm û pankartên xwe xwedî li Şaredara Diyarbekirê Gultan Kişanak derketin û hember zilm û zordariya serdestan banga berxwedanê kirin.

Di xwepêşandanê Fîgen Yuksekdag jinên ku hember zilm û zordariya sîstema dagirker berxwedidin slav kir û got, îro dixwazin vîna Gultan Kişanak û hemû jinên berxwedêr teslîm bigrin, lê li hember wan jina ku jinên ku hember derbeyan berxwe didin hene. Hember hemû derbe û zordestiyan çawa azadiyên xwe parastine dê jivir û şundetir jî biparêzin.