Eniya Tirkmenan daxwaza artêşekê dikin

Serokê Eniya Tirkmenan Erşed Salihî ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxwaza lîwayekê ji artêşa Iraqê dike, ku taybet be bi Tirkmenan, bo parastina Tikmenên li Kerkûkê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Eniya Tirkmenan Erşed Salihî ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxwaza lîwayekê ji artêşa Iraqê dike, ku taybet be bi Tirkmenan, bo parastina Tikmenên li Kerkûkê.

Serokê Eniya Tirkmenan Erşed Salihî di konferanseke rojnamevanî de derbarê egera êrîşeke din li ser Kerkûkê hişyarî da û got: “Vê care êrîşa DAIŞê hat têkşikandin, lê bo rojên pêş de êrîşên DAIŞê tundtir dibe, ji ber ku karînên ewlehiyê li Kerkûkê lawaz in û nikarin kontrolê bike.”

Salihî amaje bi wê yekê kir, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pêkhateya Tirkmenî piştguh dike û bayixê nade daxwazên Kerkûkê û di êrîşên DAIŞê Tirkmenan naparêze.

Ev daxuyaniyên Salihî de demekê de tên, ku berpirsên îdarî û ewlehiyên yên Kerkûkê çendîn car e amaje dikin, ku hêza Pêşmerge û hêzên ewlehiyê dikarin bajêr biparêzin û ti pêwîtî bi çi hêzeke din tune ye.