Jinên KJAyê girtina rêvebiran Şermezar Kirin

Jinan desteserkirina Berdevka Serdemê ya Kongreya Jinên Azad (KJA) Ayla Akat Ata şermezar kir û ragihandin ku, jin dê tekoşîna xwe de berdewam bin. Beriya ku daxuaynî bê dayîn di navbera jinan û polîsan de, demekî rakêşî çêbû, polîsan gef xwar ku li derve daxuaynî dayîn qedexeye û ger li derve daxuaynî bidin dê destwerdan bikin.

K24 – Diyarbekir

Jinan desteserkirina Berdevka Serdemê ya Kongreya Jinên Azad (KJA) Ayla Akat Ata şermezar kir û ragihandin ku, jin dê tekoşîna xwe de berdewam bin. Beriya ku daxuaynî bê dayîn di navbera jinan û polîsan de, demekî rakêşî çêbû, polîsan gef xwar ku li derve daxuaynî dayîn qedexe ye û ger li derve daxuaynî bidin dê destwerdan bikin.  

Piştî ku demekê ew rakêşî berdewam kir, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sabaht Tuncel jî ragihand ku ew destûrname û qedexe ji bo cuntekaran hatiye ragihandin û parêzgar li gor makezagonê nikare, xwepêşand û daxuayniyan qerdexe bike. Tuncel ragihand ku KJA saziya têkoşîna jinên Kurd û Tirkiyeyê ye û ew van zextan qebûl nekin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven jî daxuyand ku, divê zext û pêkutiyên li ser jinan bên rakirin û Gultan kişanak û Ayla Akat Ata û hemû girtî tekez serbest bên berdan.