Asayişa Rojava girte ser gundekî Çilaxa

Asayişa Rojava girte ser gundê Tokil yê li devera Çilaxa û hejmarek jin û mêr gertin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Rojava girte ser gundê Tokil yê li devera Çilaxa û hejmarek jin û mêr gertin.

Şiyar Hesen ku bi xwe ji gundê Tokil yê ser bi bajarokê Çilaxa ve ye ji K24ê re ragihand ku, Asayişa Rojava bi çekên giran gerte ser gundê wan û gule berdan ser serê welatiyan û hejmarek ji jin û mêrên wî gundî girtin.

Heman jêderî da zanîn ku, êrîşa li ser gund piştî wê yekê hat, ku xelkê gund nehiştin asayiş destê xwe dîne li ser zeviyên wan yên ku berya niha di destê Erebên xemir de bûn.