Parlementerkî Kurd: Divê Heşda Şeibî ji Kerkûkê derkeve

Nûnerekî Kurd di Parlementoya Iraqê de ragihand, her hêzeke biyanî bête Kerkûkê venagere û bajar dê bibe goristana wan. Got jî, divê Heşda Şeibî ji Kerkûkê derkeve.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerekî Kurd di Parlementoya Iraqê de ragihand, Her hêzeke biyanî derbasî Kerkûkê bibe, venagere û Kerkûk dê bibe goristana wan. Got jî, divê Heşda Şeibî ji Kerkûkê derkeve.

Heşda Şeibî ku wek hêzeke Şî'î ye û Îranê piştevaniya wê dike, bo parastina cihên olî yên Şîe hatine Kerkûkê.

Di vê derbarê de palementerê Kurd di Parlementoya Iraqê de Şaxwan Ebdulah ji K24ê re ragihand, ew çekdarên hatine Kerkûkê, destên herêmî li pişte wan in, di dema êrîşa li ser Kerkûkê de wan xwe amade kiribûn, ku derbasbûna DAIŞê ji nava Kerkûkê re bikin bihane û ew jî bên bajêr.

Ebdulah got jî, ti kesî biyanî li Kerkûkê nemaye, da ku Heşda Şeibî bêne Kerkûkê. Êrîş û metirsiya DAIŞê li ser Kerkûkê nemaye û hemû çekdarên DAIŞê yên êrîşî Kerkûkê kiribûn, hatin kuştin. Niha jî Kerkûk di ewlehiyê de ye.

Ebdulah amaje bi wê yekê jî kir, her hêzeke biyanî derbasî Kerkûkê bibe, venagere û Kerkûk dê bibe goristana wan. Xiyaniyete dîrokî ye jî heger hat û Kerkûk radestî Iraqê bibe.