Erdogan gefê li Heşda Şeibî dixwe

Bi rêketina çekdarên Heşda Şeibî berve kontrolkirina bajarokê Tileferê, Serokomarê Tirkiyê Recp Teyip Erdogan hate deng.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi rêketina çekdarên Heşda Şeibî berve kontrolkirina bajarokê Tileferê, Serokomarê Tirkiyê Recp Teyip Erdogan hate deng.

Di nûtirîn karvedana li hember Heşda Şeibî Erdogan ragihand, "Pirsa Telaferê ji bo me mijareke hestiyar e. Bîr û fikra me derbarê Telaferê da eşkere ye.”

Erdogan got jî: “Telafer bi temamî navçeya Tirkmenan e. Nêvî ji wan Şîe ne nêvî jî Sunnî. Rast e em bi çavê misilmanan li hemiyan dinerin lê belê heger Heşda Şebî ku terorê bibe ser wan, wê bersiva me cuda be."

Ev daxuyaniya Erdogan piştî wê yekê tên, ku çekdarên Heşda Şeibî ku Îran piştevaniya wan dike ragihandin, ew berve bajarokê Tileferê yê Tirkmenişîn ve diçin.

Bajarokê Tileferê dikeve rojavayê Mûsilê û xelkê wê ji pêkhateyên Tirkmenên Şî'î ne, piştî dagîrkirina wê bajarokî ji aliyê DAIŞê ve, xelkên wê koçber û derbider bûn.

Berê Heşda Şeibî ragihandibû, ku ew diçine nava Mûsilê, ew yek jî bûbû cihê nîgeraniya Sune û rêxistinên navdewletî, ji ber ku metirsî ji encamdana tawanên dijî mirovan li hember pêkhateyên din yên wî bajarî heye.