Amerîka hişdariyê dide welatiyên xwe li Tirkiyê

Daxwaz ji malbatên karmendaên Qonsilya xwe kir ku, Tirkiyê bi cih bihêlin.

K24-Navenda Nûçeyan

Amerîka bi armanca parastina wan ji êrîşên grûpên tûndirw daxwaz ji malbatên karmendan balyozxaneya xwe li Stenbolê xwest ku, ji wî welatî derkevin, ku, duyemîn hişdariya Amerîkaya bo welatiyan xwe di heftiyekê de.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de huşdarî da welatiyên xwe ku, ber bi Tirkiyê ve neçin, herwiha daxwaz ji malbatên karmendên balyozxaneya xwe li stenbolê kir ku, Tirkiyê bicih bihêlin.

Li gor daxuyaniya Amerîkayê ragehandî, gefên grûpên terorîst zêdebûne û pêwîste parastina welatiyan bikin, da zanîn ku, balyozxane hê li Stenbolê vekirye.

Kudetaya ku, li Tirkiyê çêbûyî bandora xwe li pêwendiyên di navbera wê û Amerîkayê de hebû.