Yekemîn fuara pêlistokên zarokan li Tirkiyê hat vekirin

Li gor hilberînerên pêlistokan, serî her zarokî mezaxtina pêlistokan êdî salê gihiştiye heta 120 dolaran.
kurdistan24.net

K24-Stenbol

Ev heyama ku di warê ragihandinê de her ku diçe pêştir dikeve, herî zêde bandorê li ser zarokan dike. Gava mirov behsa zarokan dike tiştê ku herî pêşî tê bîra mirov yek jê pêlistok in. Bi milyonan pêlistokên ji hev du xweşiktir û serincrakêştir li Stenbolê di fuara pêlistokan de derketin pêşberî mereqdarên pêlistokan. Li gor hilberînerên pêlistokan, serî her zarokî mezaxtina pêlistokan êdî salê gihiştiye heta 120 dolaran.

Yekemîn fuara pêlistokên zarokan ya Tirkiyê, Kids Turkey 2016, li Stenbolê deriyên xwe ji bîner û mereqdarên pêlistokan re vekir.

Bi milyonan pêlistokên xîtabî biçûk û mezinan dikin, di fuarê de ji bo kiryaran hatin pêşandan.

Gerînendeyê giştî yê Fuara CNR Expo Fatih Ciğerlioğlu:

Wiha got:"Sektora pêlistokan her roj pêştir dikeve. Di sala 2007an de salê serî zarokekî mezaxtina pêlistokan 20 dolar bu; îro ev rêje navbeyna 40 û 120 dolaran de ye. Hem dê û bav hem jî kompaniyên hawirdekar û hilberîner êdî dixwazin zarok  ber bi lîstikê re perwerde jî bibin û ji ber vê bi giştî pêlistokên bi vî awayî hildibijêrin. Ev yek jî dike ku bazar û sektora pêlistokan bi berdewam pêştir bikeve."

Dê û bavên li fuarê di geriyan ji nav milyonan pêlistokan nekarîn biryar bidin ka kîjan pêlistokan ji zarokên xwe re hilbijêrin.

"Ev bi salane em ji pêlistokan û sektora pêlistokan dur in. Me li vir pêlistokên gelekî serincrakêş dîtin. Fuar gelekî xweşe. Bi ya min divê dê û bavên xwedî zarok bên û vê fuarê bibînin."

"Me fuar gelekî eciband. Pêlistokên gelekî serincrakêş li vir hene. Li Tirkiyê sektora pêlistokan gelekî pêşketiye. Me di demên berê de gelek pêlistok ji derveyî welat dabîn dikirin lê belê em niha dikarin hemû modelên qehremanên filman li Tirkiyê peyda bikin. Zarokên niha gelekî bi sûd in."

Herwiha ji ber ku zarokên biçûk standên fuarê tevlihevdikin di despêka vebuna fuarê de destûr nedan ku kesên ku ji 16 salî biçûktir bikevin fuarê. Lê belê dîsa jî hin zarok bi awayekî ketin fuarê.

Zarok Ali Demirci wiha got:"Ez gelekî ji pêlistokan hez dikim û li malê jî bi qasî dinyayeke pêlistokên min hene. Min hemû pêlistokên li vir gelekî eciband."

Ev fuara, kompaniyên pêlistokan li vir kom kirî, ne tenê ji bo zarok û dê û bavan e, herwiha tê hêvî kirin ku di serîde ji welatên Rojhilata Navîn, dewletên kendavê yên Ereban û ji yên Balkanan gelek kompaniyên hilberîna perçeyên pêlistokan dikin beşdarî vê fuarê bibin.