Ebadî:Operasyona rizgarkirina Mûsilê berdewam e

Da zanîn ku, duh jî çend navçe hatine rizgarkirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî rawestandina Operasyona rizgarkirina Mûsilê redike û tekez dike ku, êrîşên Artêşa Iraqê li hemû mihweran jî berdewam e het ku, bajarê Mûsilê bi temamî were rizgarkirin.

Ebadî da zanîn ku, hinek xêrnexwaz dixwazin bi nerênî behsa operasyonê bikin, lê prose her berdewam e, aşkere kir ku, duh jî çend navçe û gund li Mûsilê hatine kontirolkirin.

Berî niha hin ajansên ragehandinê belavkirbûn ku, Operasyona rizgarkirina Mûsilê hatiye rawestandin.