PDK-Bakûr komxebatek lidarxist

Komxebat rojekî bi 2 rûniştinan berdewam kir
kurdistan24.net

K24-Diyarbekir

Partî Demokratî Kurdistan ya Bakûr PDK-Bakûr, li Diyarbekirê komxebatekî lidarxist. Rêvebirên partiyê danzanîn ku mebesta wan, dîtina bersiva partiyeke çewa ji bo baştirîn xizmet û xebat ji bo kurd û kurdistanê bikin e.

PDK-Bakûr amadekariya wek partî xwe ragihandinê dike. Bi mebesta ku ew partî dê bi çi rêbazî û çewa xebatên xwe bimeşîne, li Diyarbekirê, di 29ê cotmehê de komxebatekî lidarxistin. Di komxebatê de, endamên kevin û yên rêxistinê cîh girtin.

Serokê PDK-Bakûr Sertaç Bûcak, ji Kurdistan24 re, daxuyand ku piştî xebatên 51 salan ew hewla derbasbûyîna qada destûrî didin û dazanîn ku hewlê wan yên ji bo, bi hêzên Kurdistanî re xebatên hevkar û hevbeş bikin dê bidomin.

Serokê PDK-Bakûr Sertaç Bûcak wiha ji K24ê re got:"Bi vê komxebatê, em li gel endam û hevalên me yên kevin ku bi salan di nav partiye de xebitîne û qadroyên nû yên ku dixwazin di nav PDKê de bi yasayî bixebitin re, em dixwazin bihevre duwarojê parve bikin û projeyên duwarojê gengeşî bikin."  

Dewrêşê Sado ku, yek ji wan e di destpêka xebatên PKD-Bakûr de cîh girtiye dazanîn ku, xebateke baş e ku rêça Serokî Neteweyî Mistefa Barzanî de li Bakûr jî xebatên yaysayî bên berdewam kirin.

Endamê PDK-Bakûr Dewrêşê Sedo wiha axifî:"Di sala 1965-an de me 5 kesan Parti Demokratî Kurdistan Bakûr damezrand, vêga jî dixebitin ku wê partiyê damerînin, di vê partiyê de jî, armanc ew e ku heq û mafên gele Kurd li Bakûr bi sestemeke Federalî bê bicîh kirin e."

Civanên ku beşdarî komxebatê bûbûn jî ragihandin ku Kurd her xwe bi çepgirî ve berdan e û him ji xwe him jî ji hêstên neteweyî dûr ketine. Loma jî divê ciwanên Kur dli xwe vegerin.

Xwendekar Dîlek Mert wiha got:"Armanca me ew e ku em miletê xwe vegerînin ser neteweyiya wan, vegerînin kevneşopiyên wan, çimkî gele me gelek ji kevneşopiyên xwe dûrketine."

Komxebat rojekî bi 2 rûniştinan berdewam kir. Tê çaverêkirin k udi demeke kurt de PDK-Bakûr xwe wek partiyekî ragihîne.