Pisporê pûçkirina mayînan Dr. Silêman şehîd bû

Birayê wî nûçeya şehîdbûna wî piştrast kir.

K24-Navenda Nûçeyan

Pêşmergeyê xwebexş û pisporê pûçkirina mîn û teqemeniyan Seîd Çurukkaya (Dr. Silêman), ku di encama teqîna bombeka DAIŞê de birîndar bibû, li nexweşxaneyeke Almanya de şehîd bûye.

Derbarê şehîdbûna wî birayê Dr. Silêman, Mihemed Selîm Çurukaya li ser rûpela xwe ya facebookê daxuyaniyek belavkiriye ku Dr. Silêman şeva borî li Almanya di nexweşxaneyê de şehîd bûye.

Dr. Silêman, roja 26ê Cotmehê, dema ku ew û hevalên xwe yên Pêşmerge dikevine tuneleke mezin ya DAIŞê, li gundê Tiz Xiraba mezin ya ku ser bi Başîkê ve, di encama teqîna mayînan de, ew di rûyê xwe de bi giranî birîndar dibe.

Berî demekê gava bernameya “Serbazê Win” a K24ê serdana Dr. Silêman kiribû Dr. Silêman got: “Piştî êrîşa DAIŞê li ser Kurdistanê min nikarî bû li Almanya bimînim û ji dûr ve lê temaşe bikim.”

Dr. Silêman got jî: “Piştre vegeriyam Başûrê Kurdistanê û wek Pêşmergeyekî xwebexş di nava rêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de li dijî DAIŞê bicengim, ji ber ku şarezayê pûçkirina bombe û mayînan im, di nava tîma endezyariya leşkerî û pûçkirina mayînan de dest bi kar kir.”