Tirkiye hêzên zêde li sînorê Rojava bicih dike

Artêşa Tirkiyê ku berî demekê ji Stanbolê şandibû bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê, berve sînorên Rojavayê Kurdistanê bi rê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê ku berî demekê ji Stanbolê şandibû bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê, berve sînorên Rojavayê Kurdistanê bi rê kir.

Li gor medyayê Tirkiyê, ev hêz ji hejmarek ji topxane, tank, zirxpoş û otombîlên leşkerî pêk tê, îro berve binkeyeke leşkerî ya li nêzîkî sînor bi rê ket, bo li navçeya Cerablus û Rojavayê Kurdistanê beşdarî operesyona Tirkiyê bibe.

Herwiha li gor jêderên ji bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji K24ê re ragihandin, ku îro hêzeke artêşa Tirkiyê li ser sînorê nêzîkî navçeya Cindirêsê bicih bûye.

Arteşa Tirkiyê di 24ê Tebaxê de derbasî bajarê Cerablûsê bû operasyonek leşkerî da destpêkirin. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan diyar kiribû, ku piştî operasyona Cerablûsê ew ê bikevin Reqayê jî.